10 kesên li ber YSK’ê nobet digirt, hatin destgîrkirin

10 kesên li ber avahiya YSK’ê ya li Enqereyê dest bi Nobeta Demokrasiyê kir, hatin destgîrkirin.

Ji ber hevnegirtina girtekên bi îmzeyên şil û daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), xelkê bertek nîşan da. Enqereyiyan jî ji bo nîşandana berteka xwe, li ber avahiya Desteya Hilbijartina Bajêr û Navçeyan a YSK’ê ya Enqereyê dest bi Nobeta Demokrasiyê kir. Polîsan êrîşê nobetdaran kir û 10 kes destgîr kirin.

VEXWENDINA JI BO NOBETÊ

Îlay Eroglû ku beriya Nobeta Demokrasiyê axivî, diyar kir ku girtekên bi îmzeyên şil û daneyên YSK’ê ragihandine, hev nagirin û got: “Li ber çavan e ku YSK nehiqûqî kiriye û ketiye hewila desteserkirina vîna gel. Em gel ku vîna me hatiye desteserkirin û hilbijêr, îro li vir dest bi nobeta demokrasiyê dikin. Em hemû gelê Enqereyê vedixwînin ku bi me re li vir nobeta demokrasiyê bigirin û hemû welatiyan vedixwînin ku li bajarên lê ne li ber avahiyên YSK’ê dest bi nobeta edaletê bikin. Em ê li vîn û dengên xwe bibin xwedî û em cardin nabin qurbaniyên heman nehiqûqiyê.” 

10 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Bi daxwaza polîsên li ber avahiya YSK’ê hêzên ewlehiyê hatin. Polîsan got ku Nobeta Demokrasiyê ku tê girtin, ne hiqûqî ye û li dijî Makezagonê ye û 10 kesên nobet digirt, destgîr kirin.